QSD’Ê FERMANA PÊKANÎNA “PEYMANA NELEŞKERKIRINA” ZAROKAN DA

Hêzên Sûriyaya Demokratîk li ser peymana ne-leşkerkirina zarokan a bi NY re îmze kiribû, teqez dike û vê yekê dixe karîgeriyê.
Der barê ve de, QSD’ê fermaneke leşkerî da û aliyên leşkerî jî ev yek erê kir.

 

Di 29’ê Hezîrana borî de, komxebatek li jêr navê “peymana ne-leşkerkirinê” di navbera Hêzên Sûriyaya Demokratîk û Netewên Yekbûyî de hat îmzekirin.

Li ser vê bingehê jî, wê Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD’ê vê peymanê pêk bînin.

Têkildarî mijarê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD)’ê êvara Şemiyê, fermaneke leşkerî da.

Li gorî fermanê:

“Divê ofîsên tayebt ên li fermandariyên herêmên leşkerî bikevin karîgeriyê, da gilî û gazinên malbatên zarokên wan li jêr 18’an salan ku di nava refên QSD’ê de ne, qeyd bikin.

Divê ev gilî, bi rêya belgeyên fermî werin pêşkêşkirin.

Wê naveroka peymana bi NY re, li hemû Fermnadarên QSD’ê û Akademiyên Leşkerî were belavkirin.

Divê hemû jî li gorî wê tevbigerin.”

Li gorî peymanê, wê leşkerkirina zarokan bi dawî bibe û kesên aniha di refên QSD’ê de ne, wê werin bidûrxsitin.

Piştî fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk, YPG û YPJ fermana QSD’ê erê dikin.

Berdevka Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ)’ê Nesrîn Ebdullah, der barê vê yekê de daxuyaniyek da û wiha got:

Piştî îmzekirina peymana navbera QSD û NY li Cinêvê, Yekînyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser bendên vê peymanê erê dikin.

Em ê belgeyên wan bişînin komîteyeke taybet da wan radestî aliyên sivîl ên rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin.

Leave a Reply

Back to top button