6. CIVÎNA DESTEYA KARÊ HEVBEŞ NAVBERA EMERÎKA Û TIRKIYÊ LI ENQERAYÊ TÊ LIDARXISTIN

Mîna Efrînê, Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dagir bike.
Ji bo vê yekê Dewleta Tirk rê û rêbazên cuda bikar tîne ku ya herî dawî herêma ewle ye.
Emerîka û Tirkiyê desteya karê hevbeş bo çareserkirina pirsgirêkan ava kir û 5 civîn berya niha lidar xistin.

Şeşemîn civîna desteya karê hevbeş dinavbera rayedarên Emerîkî û Tirkî de, derbarê avakirina herêma ewle li bakur û rojhilatê Sûriyê, sibe duşemê li Enqerê tê lidarxistin.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku rayedarên leşkerî yên Emerîkî îro yekşemê digihêjin Enqerê ji bo gengeşekirina herêma ewle di civîna ku sibe li avahiya wezaretê tê lidarxistin de.

Herweha dê şanderê Emerîkî bo Sûriyê James Jeffry jî beşdarî civînê bibe.

Tê zanîn civîna borî 23’ê tîrmehê hatibû lidarxistin, lê hrdu aliyan derbarê kûrbûna herêma ewle, serweriya wê û kişandina çekên YPG’ê lihevnekirbûn.

Leave a Reply

Back to top button