“Divê ti kes li ser rewşa Rêber Apo hesabê şaş neke”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê tecrîdê de axivî.
Mûrad Karayilan got: “divê ti kes hesabê şaş li ser rewşa Rêber Apo neke. CPT bi helwesta xwe rê li ber êşkencê vedike ev nayê qebûlkirin.
Karayilan li dijî tecrîdê bang li hemû gelan taybet jî gelê kurd kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.”

Ev 21 mehe agahî ji Rêber Apo nayê girtin û dewleta dagirker her ku diçe tecrîdê girantir dike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan nirxand.

Murad Karayilan diyarkir ku divê ti kes li ser rewşa Rêber Apo hesabê şaş neke.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê dazanîn ku çûn hatin li îmraliyê çêdibin, taybet jî balkişand li ser çûn hatina aliyên tendûristî.

Karayilan destnîşankir ku rewşa Rêber Apo ji bo gel, tevgera azadiyê û dostên wî mijareke girîng û stratejîk e.

Murad Karayilan: CPT bi helwesta xwe ve tecrîdê rewa dike

Di berdewamî Murad Karayilan balkişand li ser helwesta CPT jî.

Karayilan: Li hember neheqiyê têkoşîneke hîn xurt divê

Murad Karayilan diyarkir ku baweriya wan li gel heye, ev têkoşîn jî bi fedekariya wan dimeşe.

Murad Karayilan: Pêwîstî bi serhildana gel heye

Di dawî de Karayilan li dijî tecrîdê banga gel kir ku bi şêwazê serhildanê bi erka xwe rabin.

Back to top button