
Operasyona hevbeş a Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ/YJŞ û Artêşa Iraqê li derdora Şengalê dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin, li gundê Solax didome.
Operasyonên hevbeş ku YBŞ/YJŞ û Artêşa Iraqê ji 11’yê Tîrmehê ve li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê dane destpêkirin, didomin.
Îro jî li gundê Solax ê Şengalê operasyonek hevbeş hat destpêkirin.
Li gel vê operasyonê ev dibe operasyona 5’an a ku hêzên YBŞ/YJŞ û Artêşa Iraqê li dijî hucre û noqteyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê dide meşandin.
Di 2’yê Tebaxê de jî li herêma Golat a girêdayî Şengalê operasyona hevbeş hatibû destpêkirin û lêgerîn berfireh hatibûn meşandin.
Di encama van operasyonan de bi dehan çete hatin kuştin.