Çalakiya konvedanê ya Reqayê bi pêwîstiya mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û têkbirina komploya navneteweyî , bi dawî bû.
Çalakiya ku di pêşengtiya Komîteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin doh bi hin daxwazan dawî bû
Ji wan daxwazan:
“Divê CPT têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan tavilê daxuyaniyeke bide.
Bi rêya nivîsgehên parêzeran ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekitiya parêzerên ereb û Yekitiya Erebî re koordîne bikin da ku dozên hiqûqî yên rêber Ocalan bigihînin Dadgehê Edlê ya Navneteweyî û dengê rastiyê ragihînin.
Xebatên fikrî, qanûnî û siyasî li dar bixin da ku bernameya Rêveberiya Xweser bigihînin qada siyasî ya cîhanê ku teşeyeke hikumetên siyasî ye ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve tê qebûlkirin.
Meclisa Wezîran a Ewropayê muxateb bigirin da ku ji bo li hember sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî rêber Ocalan pêk tên, tevbigerin.”