CIWANÊ KOBANÎ JI BER GULEYA TIRKIYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Ne gevrek û ne jî fîşekek avêtiye sînor.
Lê belê xaniyê xwe diseyand.
Ciwanê Kobanî yê 17 salî Mahir Hisên, berî 5 rojan bi guleya Artêşa Tirk birîndar bû, îro jiyana xwe ji dest da.
Bi vî awayî, Dewleta Tirk 800 sivîl li ser sînor hedef girtiye.
Ji wan jiyana xwe ji dest daye û ji wan jî birîndar bûne.

 

Mahir Hisên ê 17 salî, 30 Tîrmehê roja xwe ya dawî li gundê Siftekê yê Rojavayê Kobanê derbas kir.

Mahir dema di seyandina banê mala xwe de alîkarî dikir, Artêşa Tirk a dagirker ew gulebaran kir.

Piştî ku 5 roj li nexweşxaneyê derbas kir, Mahir jiyana xwe ji dest da.

Ne ten ev ciwan, lê belê, jiyana tevahiya sivîlên li ser sînorê bi Tirkiyê, di bin gefê de ye.

Ji xwe roja 24 Tîrmehê Kanîwar Şahîn ê 29 salî li gundê Qeremox ê Kobanê, bi heman şêweyî birîndar bû.

Ev binpêkirinê qanûnên navdewletî ne ji niha de tên kirin.

Nîsana 2017’an Buroya Mafên Mirovan a Cizîrê ragihand ku di encama tevgera dagirkeriya Tirkiyê li ser sînorê Kobanê 71 kes bûne qurban.

Navenda belgekirina binpêkirinên li Bakurê Sûrî ragihand ku, ji ber gulebaran û topbarana Delweta Tirk ji herêmên ser sînor re, 800 kesî jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne.

Ji xwe Serokê AKP’ê Erdogan, li pêşberî raya giştî ya Cîhanê, gefa binaxkirinê li gelên herêmê xwaribû.

Pê re jî tevgera sivîlan li ser sînor, zehmet dibe.

Leave a Reply

Back to top button