DAGIRKERIYA TIRK GUNDÊ HERBEL A ŞEHBAYÊ TOPBARAN KIR

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîş û binpêkirinên xwe li ser herêmên bakurê Sûriyê didomînin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê îro di saetên şevê de gundê Herbel ê kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

Li gorî nûçeyeke ajansa Hawarê, dagirkeriya Tirk li derdora gundê Herbel bi dehan top avêtine.

Di encama vê êrîşê de ti agahiyên piştrast li ser ziyanan nahatiye bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ev demeke êrîşên xwe li ser herêmê zêde kirine.

 

Leave a Reply

Back to top button