Di encama topbarana Dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Şêrawa ya Efrînê, jinek û zarokê xwe birîndar bûn.
Nûçegihanên me ji herêma Şehba ragihandin ku, vê sibehê Aartêşa Tirk û çeteyên wê, gundê Birc Qas ê Şrawa Efrînê, topbaran kir..
Di encama topbarana li ser mala wan de, jina bi navê Şehîda Nebo ya 35 salî û lawê wê Nebo Mamo dibîrndar bûn..
Nûçegihanên me diyar kir ku, birîndar rewşa wan giran e ji lewre ew rakirin nexweşxaneya Zehraa..
Dagirkeriya Dewleta Tirk doh jî, gundên Herbel ê Şehbayê bi dehan top lê barandin..
Li vir ziyan gihaşt mal û milkên şêniyan..
Her wiha 30 Tîrmehê Artêşa Tirk ciwanê Kobanî Mahir Hisên ê ji gundê gundê Siftek ê Kobanê guebaran kir..
Piştî 5 rojan di nexweşxaneyê de, Mahir doh jiyana xwe ji dest da..