EMERÎKA TIRKIYÊ JI BO ÊRÎŞÊ HIŞYAR KIR

Hemwextî gefên Dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, Emerîka hişariyê dide Tirkiyê.
Emerîka, destnîşan kir ku, ev pîvanên Tirkiyê nayên qebûlkirin.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Orta-gos di daxuyaniyekê de diyar kir ku çalakiyek leşkerî ya Tirk bêyî hevrêziya bi Dewletên Yekbûyî re dê zirarê bide pêwendiya di navbera herdu welatan de.

Ortagos destnîşan kir, ew dibînin ku ev rêkar nayê qebûlkiirin..

Ji lewer bang li Tirkiyê dikin ku careke din bila hevbeşiya xebatê di navbera wan de hebe..

Serokê AKP’ê Erdogan doh careke din gefa êrîşê li herêmê xwar û idia kir ku wî agahî daye Rûsya û Emerîka..

Beriya niha nûnerê Emerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey teqezî li ser piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk di warê siyasî û leşkerî de kiribû..

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî, pêşniyar dike ku herêmeke ewle ji ber gefên Tirkiyê bi qasî 5 Km li ser sînor çêbibe..

Rêveberî hişyarî dide ku, eger êrîşek çêbibe wê alîkariyê bide vegera DAIŞ’ê li herêmê..

Biryar e, têkildarî herêma Ewle îro civîneke Emerîkî – Tirkî li Tirkiyê li dar bikeve..

Leave a Reply

Back to top button