NEWROZ EHMED: EM ŞER BI DEWLETA TIRK RE NAXWAZIN

Yek ji Fermandarên Giştî yên QSD’ê Newroz Ehmed diyar kir ku eger dewleta tirk êrîşî vê herêmê bike wê hevsengiyên herêmê bi giştî bên guhartin û got:
Ger êrîşek li ser cihekî herêmê çêbe wê tenê bi wir ve sînordar nemîne.
Her wiha divê bê zanîn di kampan de bi hezaran koçber hene û şerekî mûhtemel we jiyana van koçberan bixe bin xeteriyeke mezin û carek din DAIŞ’ê zindî bike.

Yek ji Fermandarên Giştî yên QSD’ê Newroz Ehmed mijara gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û avakirina herêma ewle ji Ajansa ANAH’ê re nirxand.

Newroz Ehmed diyar kir ku ti armanca QSD’ê nîne ku êrîşî dewleta tirk bike û got:

Em bi êrîşên ku di hundir de li ser gelê me tên kirin re mijûl in.

Tu hewldeneke me ku siyaseta dewleta Tirk bixe bin xetereyê, nehatiye kirin.

Em bi awayekî vekirî dibêjin, Em êdî naxwazin li ser sînorê me şer hebe.

Sedemên ku dewleta tirk wekî hincet hewl dide êrîşî vê herêmê bike, em dikarên bi riya diyalogê çareser bikin.

 

NEWROZ EHMED: DEWLETA TIRK BI ÊRÎŞÊN XWE WÊ HEVSENGIYA LI HERÊMÊ TÊK BIBE

Newroz Ehmed destnîşan kir ku eger dewleta tirk êrîş bike wê hevsengiyên herêmê bi giştî werin guhertin û wiha anî ziman:

Divê bê zanîn ku eger dewleta Tirk êrîş bike, em jî amade ne ji bo êrîşê.

Ger êrîşek li ser cihekî herêmê çêbe wê tenê bi wir ve sînordar nemîne, wê li seranserî sînor bibe şer.

Her wiha divê bê zanîn di kampan de bi hezaran koçber hene û şerekî mûhtemel wê jiyana van koçberan bixe bin xeteriyeke mezin.

Her wiha bi van êrîşan re wê çeteyên DAIŞ’ê carek din zindî bibin.

 

NEWROZ EHMED: EM HERÊMA EWLE LI GORÎ ŞERTÊN XWE DIXWAZIN

Newroz derbera mijara Herêma Ewle nêrîna xwe wiha anî ziman:

Niha dewleta tirk bi hinceta herêma ewle dixwaze herêma me dagir bike, lê herêmên me bi ewle ne

Lê em ji bo herêmeke ewle ku behsa wê tê kirin, jî vekirî ne.

Ji ber ku em naxwazin gelê me careke din bi şerekî nû re rû bi rû bimîne.

Newroz Ehmed di nava axaftina xwe de besda herêma ewle ya ku dewleta tirk dixwaze kir û wiha domand:

Dewleta tirk bi rêjîma sûriyê re ketinya nava planan.

Dewleta tirk ji bo herêma ewle 32 KM ferz kiriye.

Li gorî planan wê 32 km di destê dewleta Tirk de be. Başûrê Sûriyê jî wê hêzên din bikevinê.

Bi vî rengî dixwazin tevahî herêmê di nav xwe de parçe bikin.

Newroz Ehmed di dawiye ev tist gotin

armanca me ji herêma ewle ew e ku êrîşek bi ser herêmên me de neyî, em dikarin hêzên ewlehiya sînor ava bikin û vê bixin bin garantiyê ku wê êrîş ji milê me ve çênebe.

Lê dewleta Tirk naxwaze xelkê herêmê parastina xwe bike.

Em jî qebûl nakin ku hêzêk ji derve parastinê bike.

Wekî dewleta Tirk ku dibêje ‘divê ez di herêmê de hebim’ lê divê her kesek bizane ku ne mimkun e em vê qebûl bikin.

Leave a Reply

Back to top button