Ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferzik kiriye hîna dewam dike.
Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê rawestandina dewama dibistanan heta hefteyek din dirêj kir.
Ji ber nebûna sotmeniyê, veguhestin û karê piraniya saziyên xizmetgûzariyê hatiye rawestandin.
Ji dema girankirina ambargoyê ve, ev cara 3’mîne ku dewama dibistanan tê rawestandin.
Biryara seknandina dibistanan, ji bo 72 dibistanên Şehba, navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê derbasdar e.
Desteyê cara yekê 4’ê Kanûnê dewama dibistanan da rawestandin, 10’ê Kanûnê jî seknandina dewamê dirêj kir.
Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê Subhî El-Ehmed diyar kir ku desteyê rawestandina dewama dibistanan, heta 25’ê Kanûnê dirêj kiriye.