Ji ber Şengal aram e 100 malbat vegeriyan Til Izerê

Piştî xizmetguzariyên ji bo nehya Til Izêr temam bûn, ewlekariya herêmê ket bin kontrola hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê de, êdî vegera koçberan ya ji bo Til Izêr roj bi roj zêde bû.
Îro 100 malbata ji wargeha Serdeştê vegeriyan Til Izerê.

Di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran Êzidî ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser mal û warên xwe koç kirin.

Gelek ji wan berê xwe dan Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê. Bi sedan malbat jî terka Şengalê nekirin û xwe spartin Serdeşt a Çiyayê Şengalê.

Ji sala 2014’an ve bi sedan malbat li wargeha Serdeşt ya Çiyayê Şengalê jiyan dikirin.

Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo vegera koçberan ya ji bo warên wan, tişta dikeve ser milê xwe dike.

Ji ber ku Şengal aram e, Rêveberiya Xweser bi salane xizmetê ji bo xelkê navçe, nahye û gundên Şengalê dike.

Piştî xizmetguzariyên ji bo nehya Til Izêr temam bûn, ewlekariya herêmê ket bin kontrola hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê de, êdî vegera koçberan ya ji bo Til Izêr roj bi roj zêde bû.

Di nava du salên dawî de nêzî 500 malbat vegeriyan Til Izêr a Şengalê.

Di vê çarçoveyê de, îro bi dehan malbat ji wargeha Serdeşt ya li Çiyayê Şengalê, vedigerin ser malên xwe yên li Til Izêrê.

Rêveberê nehya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî da zanîn ku,wê 600 malbat ê di kampa serdeşte pêl bi pêl vegerin.

Xwedêda bang Êzidiyên di nav wargehên Başûrê Kurdistanê de kir ku vegerin ser warê bav û kalên xwe.

Back to top button