Di dema Putin serdana Belarûs kir de bi dronan êrişî Ukranya kir

Rûsya li Ukrayna dest ji xeyalên xwe yên serketinê bernade.
Dirêjbûna şer jî heta niha nekariye, Serokê Rûsya Putin ji armancên wî dur bike.
Di demekê ku Putin serdana Belarûsê dikir de, bi dronan êrişî Ukrayna kir.
Rêveberiya Kîev bifiakre ku ji bo Putin Belarûsê beşdarî êrişeke din bike wê zextan li ser bike.

Beriya serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a Belarusê, bi balafirên bêmirov yên Îranê êrişî paytexta Ukrayna Kîevê hate kirin.

Rêveberiya Ukraynayê dîsa bifikare ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo Belarûs beşdarî êrişke din ya li dijî wan bibe wê zextê bike.

Vladimir Putin di çarçoveya ‘serdana xwe ya xebatê’ de wê îro serdana Belarûsê bike.

Rêveberiya Kîevê anî ziman ku Belarûs bi mehan ji bo êrîşeke bejayî ya nû tê amadekirin.

Zelensky: Em ê sînorê welatê xwe biparêzin

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky duh êvarê piştî hevdîtina bi fermandarên artêşê re got,

“Parastina sînorên me yên bi Rûsya û Belarusê re karê me yê sereke ye.”

Zelensky her wiha teqez kir ku ew di warê parastinê de, xwe ji hemû îhtîmalan re amade dikin.

Ukrayna: Rûsya bi 35 dronên Îranê êrişî herêmê kir

Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê bi qasî 35 balefirên bê mirov (ÎHA) êrîşî Ukraynayê kir.

Fermandariya Hêza Hewayî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Fermandariyê ragihandin ku hêzên Rûsyayê danê sibehê bi 35 balafirên bêmirov ên ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin, li gelek herêmên Ukraynayê êrîş pêk anîne.

30 ji wan hatine xistin.

Fermandariyê diyar kir ku mîna demên derbasbûyî vê carê jî balafirên bêmirov ji rojhilatê Derya Azovê hatine şandin.

Li Kievê dengê teqînan

Serokê Şaredariya Kîevê ya paytexta Ukraynayê Vitaly Klichko ragihand ku di saetên serê sibê de li hin deverên paytext dengê teqînan hatiye.

Kliçko di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de diyar kir ku li bajêr teqîn çêbûne û di encama êrîşên Rûsyayê de binesaziyên krîtîk ên bajêr zirar dîtine.

Li gorî agahiyên ji çapemeniya herêmî hatin girtin, li Kiev û derdora wê 9 balefirên bê mirov hatin îmhakirin.

Back to top button