MSD’Ê: DEWLETA TIRK CIVÎNÊN ASTANA LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE BI RÊ VE DIBE

Meclisa Sûriya Demokratîk helwesta xwe têkilldarî gera 13’an a Astana eşkere kir..MSD’ê diyar kir ku, gera Astana a 13’an nikarîbû ne tevahiya Sûriyê bigire nava xwe û ne jî berjwendiya Yekîtiya Sûriyê di ber çavan re derbas kiriye.

MSD’ê di daxuyaniya li ser malpera xwe teqez kir ku, ev gavên bi vî rengî hewl didin krîzê ji herêmê derbasî herêmeke din bikin..

Meclisa Sûriya Demokratîk desntîşan kir ku, Dewleta Tirk civînên Astana li gorî berjwendiyên xwe saz dike, da ku raya giştî bixapîne û hemû aliyan, bikişîne nava sûcên dûrî mirovahiyê ku ew bi xwe dike..

Her wiha MSD’ê bi bîr xist ku, Dewleta Tirk ti carî ne li dijî Nusra û ne jî DAIŞ’ê behsa ewlekariya sînorê xwe nekiriye, lê belê bi hemû hêza xwe şerê projeya MSD’ê dike..

MSD’ê di dawiyê de teqez kir ku, Rêveberiya Xweser nerîneke demokratîk ji bo siberoja Sûriyê ye û aramnca wê jî, ” Sûriyeke yekgirtî, Demokratîk û pirreng e..

Leave a Reply

Back to top button