Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derbasî meha xwe ya 4. bûye.
Bi dirêjbûna serhildanê re, deshilat Îranê leewaz û lewaz dibe.
Di wextekî ku xwepêşandan dewam dikin de, nirxê pereyê Îranê da û dadikeve.
Belçîka jî bang li welatiyên xwe kirin ku ji Îranê derkevin.

Hêza jinê deshilata bi dehê salan a Îranê ji hev dihejîn e.

Serhildana ku 16’ê Îlonê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpê kirî doh di roja xwe ya 93’an de dewam kir.

Roj bi roj zext û gefên dewleta Îranê yên dijî xwepêşander, mamosta, hunermend û rewşenbîran zêde dibin.

Kesên piştevaniya daxwazên gel dikin tên girtin

Kesên ku piştgiriyê didin daxwazên gel tên girtin.

Herî dawî lîstikvana Îranî Taraneh Alîdoostî ku piştgirî da çalakiya li dijî ferzkirina hicabê û wêneyên xwe yên bê hîcab li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiribû, hat girtin.

Piştî hunermenda navdar Taraneh hat girtin, duh komek hunermend û sînameger li ber derê girtîgeha Evîn ya Tahranê kombûn.

Hunermend ji bo hevkarên xwe yên girtî bang kirin

Bi dehan kesên li ber derê girtîgehê kombûn, xwestin demek ji ya din zûtir Taraneh û hemû hunermendên din ên hatine binçavkirin werin berdan.

Di heman çarçoveyê de li ser medya civakî, gelek hunermendan girtin û binçavkirina Taraneh şeremzarkirin.

Ji bilî wê hema bêje li seranserê welat çalakî û meş hatin lidarxistin.

Xwepêşanderan bê navber dirûşmeyên dijî desthilatê qêriyan.

Li bajarê Şîraz komek jinên ciwan daketin kolanan û li ser dîwaran dirûşmeyên dijî desthilatê nivîsandin.

Heta niha nêzî 500 xwepêşandêr ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û 18 hezar jî hatine binçavkirin.

Serhildanê derbek mezin li deshilata Îranê daye

Di vê navberê de, bênirxiya pereyê Îranê jî di asta rekorê de ye.

Serokê Banka Navendî ya Îranê Elî Salih Abadî di axaftina xwe ya televziyana dewletê de got,

Xwepêşandanên dijî hikûmetê yek ji sedemên bênirxbûna pereyê welat e.

Belçîka bang li welatiyên xwe kir ji Îranê derkevin

Li aliyekî din, Hikûmeta Belçîkayê daxwaz ji hemwelatiyên xwe kir ku di zûtirîn dem de ji Îranê derkevin.

Belçîkayê sedema vê daxuyaniya xwe bi xirabbûna rewşa niha ya ewlehiyê li Îranê û zêdebûna metirsiya binçavkirina keyfî, ve girê da.

Back to top button