Rûniştina 20. ya Doza Kobanê li Enqereyê hate li darxistin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di rûniştina 20. ya Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku dadgeh li gorî siyasetê birayaran dide û got: Em ê ji yên ku li Stenbolê şiqam avêtên îradeya bi milyonan û yên ku wan didarizînin hesab bipirsin.

Rûniştina 20’emîn a Doza Kobanê li eywana danişînê ya li Girtîgeha Sîncana Enqereyê hate lidarxistin.

Endam û Rêveberên HDP jî di nav de, 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji ber li dijî Daiş destek dane Kobanê tên darzandin.

Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn.

Siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen SEGBÎS beşdarî rûniştinê bûn.

Rûniştinê bi xwendina pelên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di rûniştinê de axivî.

Selahedîn Demîrtaş: Em ê ji kesên ev komplo plan kirin hesab bipirsin

Demîrtaş diyar kir têkildarî provokasyona 7-8’ê cotmehê ji şahidan eşkere pirs nayên kirin û wiha got: “Em beyanên van şahidan qebûl nakin.

Dadgeh li gorî siyasetê biryaran dide û mîna komisyona hilbijartinê ya AKP’ê amadekariyan dikin.”

Selahattîn Demîrtaş diyar kir ew ê li hesabê her tiştekî bipirsin û wiha axivî: “Em ê ji yên li Stenbolê şiqaman diavêjin vîna mîlyonan jî û ji yên me didarizînin jî hesab bipirsin.

Em ê van kesên ku ev komplo çêkirine, di sindoqên hilbajrtinê de veşêrin.”

Li ser vê yekê, serokê dadgehê mikrofona Demîrtaş girt.

Tevî ku siyasetmedaran bertek nîşan da jî heyeta dadgehê, xwendina agahiyên ku nû li doziyê zêdekirine dewam kir.

Fîgen Yuksekdag: Hûnê fêr bibin ku rêzê ji vîna gel re bigrin

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî axivî û ev got: “Hûnê hîn bibin ku rêzê li îradeya vî gelê bigrin.

Hûn îradeya bi milyonan a gelên Tirkiyê didarizînin.

Hûn didin nîşandan ku ev maseya operasyonê ye.”

Sebahat Tuncel: Dewleta Tirk hê jî bi zilma Kurdan xwe aş dike

Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel jî da zanîn dewlet hê jî bi zilma kurdan xwe aş dike û got:

“Dixwazin bi şimaqê Ferhat Encu ‘terbiye’ bikin.

Bi kaşkirina erdê ya dayikên me û Garîbe Gezer dixwazin ‘terbiye’ bikin.

Em ê çavên xwe li van hemûyan bigrin? Em ê her li ku dibe bila bibe li ser piyan bin.”

Back to top button