Duh Li bajarokê Riyazî ya Kerkûkê di dema derbasbûna wesayîta polîsên Iraqê de teqînek çêbû. Di teqînê de 9 polîsên Iraqê jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên DAIŞ’ê berpirsyartiya êrişê girt ser xwe . Îro şandeyeke leşkerî ya Iraqê çû cihê bûyerê
Duh Li bajarokê Riyazî ya Kerkûkê di dema derbasbûna wesayîta polîsên Iraqê de teqînek çêbû..
Di teqînê de 9 polîsên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.
Şandeyeke leşkerî ya Iraqê çû cihê êrişa li Kerkûkê
Îro şandeyeke leşkerî ya Artêşa Iraqê bi serokatiya Serokerkanê artêşa Iraqê Ebdulamîr Yaralah ji bo lêkolînê çû Kerkûkê cihê bûyerê..
Hêjayî gotinêye ku hemwextî êrişên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê, Tevgera çeteyên DAIŞ’ê jî li vê herêmê pir zêde bûye.