Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Zerîf teqez kir ku ew gava wan a duh di çarçoveya lihevkirina nuklerî de avêtine, wê ne ya dawî be.
Duh Tehran ragihandibû ku ew ê bendeke din a lihevkirinê binpê bike.
Li ser vê jî, Mihemed Zerîf îro ragihand ku, eger pêwîst bike ew ê ji lihevkirina nuklerî vekişin, lê aniha vê yekê nakin û got:
Lihevkirin ne pîroz bû.
Wezîrê derve yê Îranê bal kişand ser hevpeymana navdewletî û ev tişt got:
Amerîka ji cîhanê tevî hatiye bidûrxistin.. ew bi tenê sekiniye û nikare hevpeymanekê li Kendavê ava bike.
Ev serê mehekê ye, Amerîka banga avakirina hevpeymanekê li welatên Ewropa û Asyayê kiriye, da berjewendiyên xwe ji gefên Îranî biparêzin.