“Azadiya Rêber Ocalan hemû gelan eleqedar dike”

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê tekez kirin ku heta agahiyekê ji rewşa rêber Ocalan negirin, ew ranawestin.

Ji rûspiyên eşîra El Mûsa Zahir, şêx Îbrahîm El Hadî got:

“Azadiya rêber Ocalan hemû gelên herêmê eleqedar dike..

Her tim em banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin. ”

Şêx Îbrahîm El Hadî helwesta CPT’yê ya ku tu daxuyanî li ser rewşa wî nedan, şermezar kir..

Rûspiyê eşîra El Welda, Yûsif El Eseed da zanîn ku Tirkiyê tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan ferz kiriye û got:

“Rêber, ronakbîr û fîlozofê mezin di odeyeke biçûk de hatiye tecrîdkirin.

Em dixwazin tevahî dewlet helwesteke zelal der barê doza tecrîdkirina Rêbertî de nîşan bide.

Em bang li hemû dewlet û rêxistinên navneteweyî dikin ku li kêleka daxwaza me bisekinin.”

Back to top button