“Dewleta Tirk sûcên şer dike”

Karmendên çavdêriya sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî êrişên dewleta Tirk bertek nîşan dan ..
Karmendên çavdêriyê diyar kirin Li hember sûcên dewleta Tirk durûtiyeke navneteweyî heye.

Ji şeva 19’ê Mijdara borî ve dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî herêmê giran kirine..

Di encamê de binesazî, navendên mirovî û tenduristî û kargehên petrolê hatin hedefgirtin.

Ev yek jî li gor qanûnên navneteweyî wek sûcên şer tên naskirin.

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma got:

“Sûcên ku artêşa Tirk pêk tînin, sûcên şer, qirkirin û guhertina demografiyê ne.

Gelek binpêkirin li dijî sivîl û binesaziya herêmê nexasim li bajarên Serêkanî û Girê Spî hatin pêkanîn.

Li hember sûcên dewleta Tirk durûtiyeke navneteweyî heye..”

Evîn bang li NY’ê û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku sûcên dewleta Tirk rawestînin..

“Cîhan li hember sûcên Tirkiyê bêdenge”

Her wiha, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha axivî:

“Ji dema dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ve dewleta Tirk sûcan pêk tîne ..

Ev sûc hemî hatin belgekirin..

Lê belê li hember van sûcan civaka navneteweyî hîn jî bêdeng e.”

Şêxo destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî durûtî ye ku li ser hesabê gelekî azadîxwaz û aştîxwaz e.

“Artêşa Tirk li dijî mirovahiyê sûcan pêk tînin”

Her wiha Koordînerê Komeleya Hevdestî (Tazur) a Qurbanan, Orhan Kemal wiha got:

Sûcên ku dewleta Tirk deverên dagirkirî pêk tîne, sûcên şer in ..

Qet ne li gor pîvanên û qanûnên navneteweyî ne..

Me hemî sûc belge kirin.

Ev tişt jî bi carekê li dijî sûcên navneteweyî ne.”

Orhan Kemal tekez kir ku lazime di pêşerojê de sûcdar ceza bibin.

Back to top button