Mûstafa Karasû: Plana 30 km pilana qirkirina Kurdan e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû diyarkir ku li dijî êrişeke muhtemel a Tirkî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, dema gel û şervan bûn yek wê teqez serkeftin ya wan be û got..
“Eger şerek biqewime divê li her derê şer belav bibe, li dijî dagirkeriyê herkes di şer de cih bigre. Em fêhm dikin ku Rojava wê vê carê li ber xwe bide”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû bi dewama axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand.

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku polîtîkaya niha dewleta Tirk li Rojava dimeşîne polîtîkaya qirkirinê ye û got:

“Çawa ku li Bakur polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, heman polîtîkayê li ser Rojava jî dimeşîne.

Dewleta Tirk behsa ‘paqijkirina korîdora’ ji 30 kîlometreyî dike. 30 kîlometre tê çi wateyê? Tê wateya serweriyê. Tê wateya tunekirina Kurdan.

Ji xwe bajarên Kurdan hemû li ser sînor e, herêma bi 30 kîlometreyî tê wê wateyê ku dibêje ‘ez ê herêma Kurdan hemûyan kontrol bikim, çeteyan lê bi cih bikim’.

Ev yek qirkirin e, armanc ev e. Ji bo wê ewqas penaberên Sûrî li Riha û Dîlokê bi cih kiriye da ku vegerîne van deveran bi cih bike, divê her kes vê planê bibîne.”

Karasû li hemberî vê plana Tirkiyê bêdengiya Amerîka, Rûsya û welatên Ewropayê jî weke hevkarî, erêkirina polîtîkayên qirkirinê pênase kir.

“Gel û şervan wê bi hev re bikaribin dijmin têk bibin”

Li dijî plana qirkirinê Karasû banga berxwedanê li gelkir û got:

Serêkaniyê û Efrînê kurd qirkirin, gel vê dît û li ber xwe dide ev gelek girîng e.

Eger şerek biqewime divê li her devera ku dewleta Tirk êrîşan lê dike, berxwedan li dijî dagirkeriyê bê nîşandan.

Divê dagirkerî bê qewitandin. Şer divê bê dewamkirin. Gel divê bi şervanên xwe re şer dewam bike. Şer divê tenê li ser milê şervanan neyê hiştin.

Em fêhm dikin ku Rojava wê vê carê li ber xwe bide. Ger ku gel û şervan bi hev re şerbikin wê serkeftina ya wan be û ew der ji Tirkiyê re bibe çiravek.

Back to top button