Artêşa Îsraîlê êrişê gelek nuqteyên hikûmeta Şamê kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Îsraîlê bi muşekan êrişî gelek nuqteyê hikumeta Şamê kir.
Lê pergala parastina hewayî êriş têk bir û di encamê de 2 Leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn. 

Li gorî çavkaniyên ser bi hikumeta Şamê ve duh di saetên êvarî de artêşa Îsraîlê êrişî baregeha Hizballaha Lubnanê kir.

Her wiha pergala parastina hewayî ya artêşa hikumeta Şamê bersiva êrişan da û gelek muşek anîn xwarê.

Di encama êrişê de 2 Leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan jî ragihand ku êriş li nêzî balafirgeha navneteweyî û derdora Şamê de pêk hat.

Her wiha SOHR da zanîn ku dibe ku kuştî û birîndarên endamên Hizbullahê hebin.

SOHR’ê bibîrxist ku Îsraîlê herî kêm 4 caran êrişî nuqteyên Îranê yên li derdora balafirgeha navneteweyî ya Şamê kiriye.

Back to top button