ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: ÇETEYÊN SULTAN MURAD BACA 200 DOLARÎ LI ŞÊNIYAN DISEPÎNIN

Di çarçoveya binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî.
Çeteyên dewleta Tirk baca 200 dolarî li ser şêniyên Efrînî yên di malên xizmên xwe de dimînin spandine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên bi navê Sultan Murad li gundê Goblak ê navçeya Şera, baca 200 dolar li ser şêniyên Efrînî yên ku di malên xizim xwe de dimînin spandine.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyan gef li şêniyan xwarin, eger 200 dolarî nedin wê werin binçavkirin û ji malên xizmên wan werin derxistin.

Beriya çend rojan jî dewleta Tirk a dagirker waliyê xwe şandibû navçeya Bilbilê.

Hat zanîn ku ji muxtarên gundan xwestibû serjimêriyeke tekûz ji xaniyên vala û dagirtî re çêkin.

Ji bilî wê jî, wê zevî, mal û milkên ku xwediyên wan li derveyî Efrînê ne, werin tomarkirin.

Waliyê dewleta Tirk a dagirker ji nandozên xwe xwest ku her xaniyek, zeviyek an çi dibe bila bibe, eger xwediyê wê tune be, divê li ser navê wî neyê tomarkirin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button