HINDISTANÊ “RÊVEBERIYA XWESER” A HERÊMA KEŞMÎRÊ BI DAWÎ KIR

Hikûmeta Hindistanê “Rêveberiya Xweser” a herêma Keşmîrê bi dawî kir, keşmîra ku li ser sînorê Pakistan û Hindistanê de ye û ji herêmên bi nakok in, ji bo wê jî Pakistan li dijî vê biryarê bi hêrs e.

 

Hikûmeta Hindistanê di biryara xwe ya nû de hewil dide ku herêma Keşmîrê ya piraniya wê Musliman in yekser tevlî xaka Hindistanê bike.

Wezîrê Karên Hundir ê Hindistanê Emît Şah di rûniştineke parlamanê de got ku wê pêkanîna xala 370 a di destûrê de rawestînin ku rewşeke taybet dide herêma Keşmîrê ya bi nakok.

Li gorî vê jî wê êdî herêma Keşmîrê nekare qanûnan li gorî xwe saz bike û ev herêm dibe weke herêmeke Hindistanê bi hemû saziyên xwe.

Her wiha serokomarê Hindistanê ji aliyê xwe ve, ev biryar erê kiriye.

Di vê çarçoveyê de Wezareta Karên Derve ya Pakistanê vê tiştê red dike û berê xwe dide Dadgeha Adaletê ya Navdewletî ya girêdayî Netewên Yekbûyî.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku ev biryar derqanûnî ye û hemû cîhan dizane ku Keşmîr herêmek bi nakok e di navbera Pakistan û Hindistanê de.

Hêjayî gotinê ye ku ev 70 sal in herêma Keşmîrê herêmeke bi nakok e di navbera Pakistan û Hindistanê de.

 

 

Leave a Reply

Back to top button