HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ: LI BAB Û MAR’Ê 11 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku Hêzên wan 4’ê Tebaxê li herêma Bab û Mareyê rêzeçalakî li dar xistin. Di van rêzeçalakiyan de herî kêm 11 çete hatin kuştin û miqdarek çek jî ketiye destê hêzên rizgariyê.

Hêzên Rizgariyê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

4’ê Tebaxê hêzên rizgariyê li gundê Ebla yê başûrê bajaroka Mareyê li dijî baregeh û çeperên çeteyên Ehrar El-Şam û Siqûr El-Şam çalakiyek li dar xistin.

8 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin û herî kêm jî 4 birîndar bûn.

Her wiha hejmarek çek, cebilxane, belge û nasnameyên çeteyan jî ketin destê hêzên rizgariyê.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyên hatine kuştin ev in:

Hemûd El Ehmed, Beşar Berxûd, Basil Elwan, Ehmed Şehade, Cuma Bexîm, Mehmûd El Xelîl in.

Heman Rojê Hêzên Rizgariyê li gundê Hizwan yê herêma Babê jî li dijî çeteyên Firqet el-Hemzat çalakiyek li dar xistin.

Li vir jî 3 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

 

Leave a Reply

Back to top button