
Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê derbên giran li dagirkeriya Tirk dixin.HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Bagok a Mêrdînê û Xakurkê du çalakiyên cûda pêk anîn. Di encama van çalakiyan de 5 ji wan efser bi giştî 18 leşker hatin kuştin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever; gerîla 2’ê Tebaxê ji sê baskan ve li çeperên dijmin; wesayîteke kirpî û wesayîteke kobra dan.
Di çalakiyê de wesayît û efserên tê de hatin rûxandin..Bi giştî 9 leşker hatin kuştin 4 jî birîndar bûn.
Her wiha di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîla 5’ê Tebaxê li dijî yekîneyeke artêşa Tirk ya ku li tengava Ermûş a herêma Xakurk derketibûn operasyona dagirkirinê çalakiyek li dar xist.
Di encama vê çalakiyê de jî 9 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndarbûn.