Belarûsê tevgera li herêma gomel sînordar kir

Belê tevî rewşa heyî li Belarûsya jî tevgereke neasyî heye.
Belarûsya ketinên li herêma Gomelê sînordar kir.
Herêma navborî dikeve ser sînorê Ukrayna-Rûsya.
Rêveberiya Kîev îdia dike ku Rûsya dixwaze bi rêya zextan Belarûsya neçarî êrişeke li dijî wan bike.

Rûsya ji bo şerê li Ukrayna, li derdora Belarûsê digere.

Lê di her fersendê de jî dibêje ti niyeta wê ya ku Belarûsê beşdarî şer bike nîne.

Herî dawî derket holê ku hikumeta Belarûsê tevgera li herêma Gomelê sînordar kiriye.

Rêveberiya hikumeta welat li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêveberiyê got:

Li herêmên Loevsky, Braginsky û Xoinki yên Gomelê tevgera balafir, ketin û derketin sînordar kiriye

Têkildarî dema rabûna qedexeyê ti agahî nehatin parvekirin.

Hêzên Rûsyayê ji roja despêka êrişa li dij Ukrayna dayî despêkirin ve, xaka Belarusê wek “bingeheke operasyonê” bi kar anîn, lê bi ser neketin.

Ji Belarûs û Rûsya li herêma gomel tetbîqat

Di nava mehên dawiyê de careke din tevgera leşkerî ya navbera herdu welatan zêde bû.

Belarûsya 11’ê Cotmehê li herêma Gomelê dest bi tetbîqata leşkerî ya sabotajê kir.

Tîmeke ji leşkerên Rûsya piştî 4 rojan gihiştin herêmê û beşdarî tetbîqatê bûn.

Herî dawî Serokê Rûsya Vladimir Putin 19’ê Kanûnê serdana Belarûsê kir.

Rêveberiya Ukrayna jî îdia dike ku Putin ji bo êrişeke hevpar li ser Kîevê, zextê li Belarûsya dike.

Di nava rojên derbasbûyî de, Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ji çapemeniya Brîtanyayê re ragihand ku Rûsya wê despêka sala nû êrişeke bejahî ya berfireh bide despêkirin.

Back to top button