YPG’Ê LI HESEKÊ GELEK ÇEKÊN ŞANEYÊN DAIŞ’Ê GIRTIN

Ev demeke liv û tevgera şaneyên DAIŞ’ê li herêma Bakur û Rojhilatê Surî zêde bûne.Hêzên YPG’ê li Hesekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek berfireh pêkanîn. Di encama operasyona taybet a YPG’ê de mîqdarek çek hatin girtin. 

 

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê encamê operasyona taybet a li Hesekê bi daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

4’ê Tebaxê li bajarê Hesekê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê ku ev demeke ji aliyê yekîneyên taybet yê YPG’ê ve dihatin şopandin, operasyonek berfireh hat lidarxistin.

Di encama operasyonê de mîqdarek çek û cebilxane û amûrên ku ji bo êrîş û teqemeniyê tên bikaranîn hatin girtin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button