ARTÊŞA WETENÎ YA LÎBÎ: TIRKIYE BIKE YAN NEKE WÊ DI LÎBYAYÊ DE TÊK BIÇE

Berdevkê artêşa Wetenî ya Lîbî, Lîwai Ehmed El-Mismarî di bernameya Televizyona me de El-Hedes axivî û got ku wê hemû hewildanên Tirkiyê li Lîbyê têk biçin.
Her wiha Mismarî got ku hewildanên dewleta Tirk li Lîbya û Sûriyê di çarçoveya heman armancê de ne.

DEWLETA TIRK PIŞTGIRIYA HEMÛ ALIYÊN TERORÎST LI LÎBYAYÊ DIKE

Lîwai Ehmed El-Mismarî, berdevkê artêşa Wetenî ya Lîbî têkildarî şerê li Lîbyayê û piştgiriya dewleta Tirk ji aliyên teror re ji bernameya me El-Hedes re axivî.

Mismarî wiha got.

Şerê me li Lîbayê li dijî çeteyên terorîst in ku ji xwe re paytexta Lîbyayê Terablusê kirine paytexteke terorê.

Mismarî diyar kir ku armanca wan parastina sivîlan e û wê di demeke nêz de paytextê rizgar bikin.

Li ser piştgiriya dewleta Tirk ji mîlîsên li Terablusa paytext Mismarî wiha got:

Dewleta Tirk ji destpêka şerê li Lîbayê desteka aliyên terorîst dike, çi DAIŞ yan Qaîde yan jî Ixwanên Muslimîn be.

Bi şerê li Terabulsê jî hemû mask ketin û rola Tirkiyê ya yekser ji piştiriya terorê êdî li ber hemû çavan xwiya dike.

TIRKIYE BIKE YAN NEKE WÊ DI LÎBYAYÊ DE TÊK BIÇE

Tirkiye rola serke lîstiye ku çete ji Lîbayê bigihêjin Sûriyê, lê niha berovajî çeteyên li Sûriyê dişîne Lîbyayê.

berdevkê artêşa Wetenî ya Lîbî têkiladarî şerê li Lîbyayê got ku dewleta Tirk bike yan neke wê hemû hewildanên wê li Lîbayê têk biçin û şerê li dijî terorê serbikeve.

HEWILDANÊN DEWLETA TIRK LI LÎBYA Û SÛRIYÊ GIRÊDAYÎ HEMAN ARMANCÊ YE

Li ser piras ku artêşa wetenî çawa gefên Tirkiyê li herêma bakur û Rojhilatê Sûriyê dinirxîne, Lîwai Ehmed El-Mismarî wiha got:

Hewildanên dewleta Tirk li Lîbayê û li Sûriyê girêdayî heman armancê ye û çi serketineke li dijî terorê li Sûriyê yan li Lîbayê pêk were serkeftinek ji hemû cîhanê re ye.

 

Leave a Reply

Back to top button