PENTAGON: EM TÊGEHA ‘HERÊMA EWLE’ RED DIKIN Û GOTÛBÊJÎ BERDEWAM E

Hemwextî gefên Dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, Emerîka hişariyê dide Tirkiyê..Emerîka, destnîşan kir ku, ev pîvanên Tirkiyê nayên qebûlkirin. Pentagon ji aliyê xwe ve diyar kir ku ew herêma bi Navê ‘Ewle’ red dikin.

 

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson îro da xuaykirin ku rayedarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di dirêjajiya vê hefteyê de nîqaşên xwe yên berfireh bi Enqereyê re didomînin.

Sean Robertson destnîşan kir ku Pentagon têgeha “Avakirina herêma ewle” an “Xeta ewle” red dike û tekez kir ku ew bi Tirkiye re mekanîzmaya ewlehiya li ser sînorê Sûriyê gotûbêj dikin.

AMERÎKA TIRKIYÊ JI BO ÊRÎŞÊ HIŞYAR KIR

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Orta-gos di daxuyaniyekê de diyar kir ku çalakiyek leşkerî ya Tirk bêyî hevrêziya bi Dewletên Yekbûyî re wê zirarê bide pêwendiya di navbera her du welatan de.

Ortagos destnîşan kir, ew dibînin ku ev rêkar nayê qebûlkirin..

Ji lewre bang li Tirkiyê dikin ku careke din bila hevbeşiya xebatê di navbera wan de hebe..

Îro Duşemê diyalogên nû di navbera şandeyeke payebilind a Amerîkayê bi raydedarên Tirk der barê mijara “Herêma ewle” pêk hatin.

Tirkiyê ragihand ku tora yekemîn a diyalogan bi dawî bû û dê sibe Sêşemê dewam bike.

 

 

Leave a Reply

Back to top button