“RÊVEBERIYA XWESER JI ROJA AVAKIRINÊ VE RASTÎ ÊRÎŞ Û GEFÊN DEWLETA TIRK TÊ”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku xebata me ya sereke tunekirina gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê û hişmendiya DAIŞ’ê ye û got:
Em li ser projeya xwe ya demokrarîk bi israr in û baweriya me heye ku em ê bi ser bikevin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bêrîvan Xalid diyar kir ku xeteriya herî mezin li pêşiya Rêverbiya Xweser êrîşên dewleta tirk in û got;

“Ji destpêka birêxistinkirina saziyan heya avakirina Rêveberiya Xweser her tim rastî êrîş û gefên dewleta tirk tê û hê jî tê.

Dewleta tirk bi riya çeteyên xwe li dijî Rêveberiya Xweser şer kir.

Ji bo ku zextên xwe li ser herêmê zêdetir bike deriyê sînor jî girt û bi vê şewazê li hember herêmê dorpêçek aborî pesend kiriye.

Dewleta Tirk naxwaze rêveberiyeke xweser li kêleka sînorên wê were avakirin.”

BÊRÎVAN XALID: YEK JI ZEHMETIYÊN RÊVEBERIYÊ, HIŞMENDIYA DAIŞ’Ê YE

Bêrîvan Xalid bal kişand li ser zehmetiyên wan ên piştî tunekirina çeteyên DAIŞ’ê û got:

Piştî 23’yê Adara vê salê ku DAIŞ hate têkbirin û di warê leşkerî de serkeftineke mezin hate bidestxistin, êdî em li gorî hêviyên gelê herêmê tev digerin.

Lê ji ber hişmediya ku çeteyên DAIŞ’ê di nava civakê de belav kiriye, hişt ku Rêvberiya Xweser hin zihmetiyan bikişîne.

Bêrîvan Xalid diyar kir ku wan gelek zehmetî di herêmên nû hatin rizgarkirin de kişandin û wiha domand:

“Li herêmên ku nû hatine rizgarkirin weke Tebqa, Reqa, Minbic û Derazorê, zehmetiyên Rêvberiya Xweser zêde ne.

DAIŞ di encama şer de hem gelek bajar wêran kir hem jî di aliyê hişmendiyê de zirarek mezin da gel.

Di aliyê sererastkirin yan jî ji nû ve avakirina bajaran û guhertina hişmendî de zehmetiyên me hîn hene.

Divê têkoşînek di aliyê guhertina hişmendî de her hebe da ku em civaka Bakur û Rojhilatê Sûrî vegerînin cewherê wê.”

BÊRÎVAN XALID: TEVÎ EW QAS ZEHMETÎ JÎ, EM JI BO SERKEFTINÊ BI ISRAR IN

Bêrîvan Xalid nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

“Rêveberiya Xweser heya niha jî ji aliyê dewletan ve nehatiye qebûlkirin û naskirin.

Herêm di nava dorpêçek aborî, siyasî û dîplomatîk de ye.

Lê tevî hemû van zehmetî û dorpêçan dîsa em bi îsrar in ku em destekftiyên xwe biparêzin”.

Leave a Reply

Back to top button