
Çalakiyên ”Rojên Qamişlo yên Çandî” dewam dikin. Doh têde fîlmê ‘Ixuwet El Sîlah’ hate pêşandan.
Fîlm li Qelat Kafê ya Qamişlo hat pêşandan û gelek kesayetên rewşenbîrî, hunerî û civakî beşdar bûn.
Fîlm li ser êrişa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê û pêkanîna komkujiyan li dijî Êzîdiyan e.
Çîroka fîlmê li ser tabûreke şervanên enternasyonalîst e ku li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer dikin.
Qehremana fîlmê jî jineke êzîdî bi navê Zara ye ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye revandin.
Û piştre ew tê rizgarkirin û şer dide meşandin. Fîlm ji derhêneriya Caroline Forest a fransî ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye çalakiyên “Rojên Qamişlo yên Çandî” dê 10 rojan dewam bike.