NETEWÊN YEKBÛYÎ: ABORIYA DAIŞ’Ê DIGIHÊJE 300 MILYON DOLARÎ

Tevî têkçûna wê li ser erdê û jidestdayîna hemû deverên ku di li jêr kontrola wê de, hîn jî rêxistina DAIŞ’ê weke gefeke mezin tê dîtin.

Nûnerê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutirêş di raporekê de eşkere kir ku aboriya çeteyên DAIŞ ya niha dighêje 300 milyon dolar.

Di rapora ku duh radestî Encûmena Ewlekariyê hatibû kirin de hat gotin ku piştî têkbirina DAIŞ li sûriyê û iraqê êrîşên çeteyan kêmbûye lê xeteriya wan hîn heye.

herweha Gutirêş di raporê de guman dike ku DAIŞ dikare van pereyan bo destekdayîna karên terorîst li Iraq û Sûriyê û li derve jî bike,

ji ber ku dilxwaz û grupên girêdayî rêxistinê li deverên cuda ji Rojhilata navîn û Afrîka û Asyayê hene.

Leave a Reply

Back to top button