
Şêniyên li Qamişlo sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şadî Ehmed re xwest û soza şopandina riya şehîdan heta serkeftinê da.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo li pêş mala Ş. Şadî Ehmed konê sersaxiyê veda.
Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl, endamên PYD’ê û Kongra Star amade bûn.
Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û gotin: “Me planên komên terorîst têk birin, em ê hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi felsefeya rêber Ocalan, şehîd û berxwedana gerîla jî têk bibin û bi ser bikevin.”
Hezkirina me ji axê re hêzdayîn û bersivdayîna li hember tevahî komployên di şexsê rêber Ocalan de li dijî gelê Krudistan û Rojhilata Navîn e.
Her weha bang li şêniyên herêmê hat kirin ku li dora felsefeya rêber Ocalan bicivin û armancên şehîdan pêk bînin.
Ş. Şadî Ehmed 19’ê Kanûnê dema rizgarkirina hevrêyên xwe ji çemê Tebqayê şehîd bûbû.