Dozger di asta jor de ceza ji Fincanci re xwest

Dozgeriya rejîma Tirkiyê rastiya hovîtiya artêşê vedişêre. Dema kesek dixwaze vê eşekre bike jî bi girtin û binçavkirinê re rûbirû dimîne. Herî dawî, dîmenên çekên kîmawî yên artêşa dewleta dagirker li dijî gerîlayên HPG’ê deng vedabû. Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ev rastî parve kir, niha bi cezayê herî giran re tê sûcdarkirin. Dozger di danişîna doza Fîncanci de ji îdiaya “propaganda rêxistinê” di asta jor de ceza xwest.

Ji 14’ê Nîsanê ve artêşa dewleta Tirk bi hemû hêza êrişî başûrê Kurdistanê dike.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî vê dagirkeriyê berxwedaniyeke bê hempa didin meşandin.

Artêşa dagirker ya li pêşberî berxwedanê tengav bûyî bi awayekî eşkere çekên kîmawî bikar anîn.

Dîmenên van çek û gerîlayên bi van çekan şehîd bûne ji aliyê ajansa ANF’ê ve hatin weşndin.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fincanci jî di nirxandina xwe ya li ser dimenê gerîlayan de got: Diyare ku çekên kîmawî hatine bikaranîn.

Niha ji ber vê gotinê Fincanci di girtîgehê de ye.

Îro danişîna yekem a doza Fincnci li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin.

Fincanci: Em lêgerînerên heqîqetê ne

Fincanci destnîşan kir ku wê bi dehan xebat li ser kîmyasalê kirine û gelek qunciknivîs û pirtûk li serê nivîsandine û got: Ez di qada xwe de pisporim.

Lê xebata min ya li ser çekên kîmyewî hatine terorîzekirin.

Fincanci anî ziman ku deynê stûyê wê ye ku mirovahiyê biparêze û xebata xwe ya di warê pisporî de bike.

Parêzerên Fîncanci jî parastina miwekîla xwe kirin û destnîşan kirin ku miwekîla wan li ser fermana îktidara siyasî hatiye girtin.

Parêzeran xwestin miwekîla wan bê berdan.

Piştî parastina parêzeran dozger xwest di asta jor de ceza li Fincanci bê birîn û girtî bê darizandin.

Piştî navberê heyeta dadgehê biryar da ku Fîncanci girtî bê darizandin û danişînê taloqî 29’ê Kanûnê kir.

Back to top button