Li paytexta Fransa Parîsê, êrişî Navenda Çanda Kurd hate kirin. Di êrişê de 3 kes şehîd û 3 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hatiye kirin û gelek kes birîndar bûne.
Her wiha tê gotin, fîşek li kargehên Kurdan ên li derdora komeleyê jî hatiye barandin.
Li gorî agahiyên despêkê di êrîşê de herî kêm 6 kes birîndar bûne.
Bi derbasbûna demê re hate ragihendin ku 3 kes şehîd û 3 jî birîndar bûne.
Ji birîndaran rewşa 2 wan giran e.
Polîsan dor li avahiya navendê girtine
Polîsan dor li komeleyê girtin û nahêlin ku kes xwe nêzî avahiyê bikin.
Tîmên rewşa lezgîn jî li cihê bûyerê ne.
Ji nava komeleyê agahî nayên bidestxistin.
AFP: Êrişkar hatiye girtin
Li gorî AFP’ê, çavkaniyeke polîsan ragihand ku êrîşkar hatiye girtin, yekî derdora 60 salî ye.
Şahidekî jî diyar kir ku 7 heta 8 caran gule li komeleyê hatiye barandin.
Êrîş beriya salvegera 10’emîn a kuştina 3 jinên Kurd ên şoreşger ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê, pêk hat.