QSD: Li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Dêrazorê, 3 çeteyên DAIŞ′ê girtine.

Di daxuyaniya QSD’ê de, ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya erk û xebata hêzên me yên têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst, lêdana cih û veşartgehên wan de, YAT′ê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehî, roja sêşemê (21′ê Kanûnê) li bajarokê Deşîşe yê Dêrazorê pêk anî.

Di operasyonê de 3 terorîstên DAIŞ′ê yên qaçaxçiya malbatên DAIŞ′ê ji kampa Holê dikir, çek ji bo êrişên terorane li dijî kampa Holê didan şaneyên li bajarokê Holê, hatin girtin.

Hêzên me hejmareke çek, alavên leşkerî û telefonên li gel wan şaneyan girtin.

Ji wan:

2 kalaşnîkov,

çekeke brono,

bombeyek,

tivingek,

2 rextên leşkerî û 5 telefon desteserkirin.”

Duh jî li bajarokê El-Siwêdiyê yê Tebqayê Hêzên HAT’ê bi operasiyoneke taybet şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 7 kesan pêk dihat girtin.

Back to top button