ARTÊŞA LÎBÎ, BALAFIREKE DEWLETA TIRK ANÎ XWARÊ

Artêşa netewî ya Lîbî bi serperiştiya Xelîfe Hefter, balafireke dewleta Tirk anî xwarê.

Artêşê ragihand ku wan balafireke Tirkî ji celebê Il-76 ku bi moşekan barkirî bû, anî xwarê û destnîşan kir ku berî balafir li fakulteya asmanî ya Misratayê peya bibe hat armanckirin.

Li gorî artêşê, ev moşek taybet ji bo dronan tên bikaranîn.

Di heman rojê de, artêşa netewî 3 êrîşên asmanî li ser herdu êstgehên Radarên B12 û B14 ên parastina asmanî li fakulteyê pêk anîn.

Ji çaxa operasyona kontrolkirina Terablusa paytext ji aliyê artêşa netewî ve dest pê kiriye, ev cara didwan e ku fakulteya asmanî dibe armanca artêşê.

Duh jî berdevkê artêşa netewî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ji televîzyona me Ronahî TV re axivî û got:

Dewleta Tirk roleke pir mezin di şandina çete û çekdan de, hem bo Sûriye hem jî bo Lîbyayê gerandiye.

Dewleta Tirk ne tenê piştevaniya lojistîk pêşkêş kiriye, her wiha endamine artêşa wê jî li erda Lîbyayê hene.

Leave a Reply

Back to top button