Li Efrînê 2 sal cezayê girtîgehê li Ziyad Îsmaîl hate birîn

Bi behaneyê bê bingeh, revandin û binçavkirina welatiyan li Efrînê dewam dike.
Ziyad Îsmaîlê 40 salî bi behaneya ku tevli YPG’ê bûbû 2 sal cezayê girtinê lê hate birîn.

Dadgeha Efrînê ya girêdayî dewleta Tikr cezayê 2 salan ê girtîgehê li welatiyê bi navê Ziyad Ismîl ê 40 salî birî.

Ziyad ji gundê Termûşa ye, beriya 4 mehan ji Lubnanê vegeriya bû, dema vedigere Istîxbarata Tikiyê yekser wî binçav dike..

Hate diyarkirin ku beriya 2 rojan dadgehê beriyar derheqê Ziyad de da.

Bi behaneya ku tevlî nava refên YPG’ê bûye, 2 sal cezayê girtinê lê birî.

Çeteyan zêdetirî 100 dar li gundê Qetma yê Efrînê birîn

Ne tenê wiha, sûcên li dijî xwezaya Efrînê yên ku bi armanca guhertina demografiya wê têne kirin, dewam dikin.

Çeteyên Cebha El-Şamiyê zêdetirî 100 darên çame ango “sinober” li gundê Qetma yê Efrînê birîn.

Back to top button