Piştî bûyerê gelek Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanin li ser fermana Serokkomarê Fransayê çû cihê komkujiyê û daxuyaniyek da. Darmanin diyar kir ku kujer berî niha ji girtîgehê hatiye derketin lê ew ê niha lêkolîn bikin ku çawa derketiye.
Li dijî êrişa îro ya li Parîsê bertek û nerazîbûn hene.
Wezîrê Karên Navxweyî ya Fransayê Gerald Darmanin li ser fermana Serokkomarê Fransayê Imanuel Macron çû cihê komkujiyê û daxuyaniyek da.
Darmanin got: “Ev kes berê niha demek kurt ji girtîgehê derketiye, lê em niha lêkolîn dikin ka çawa derketiye. Ev kes ji aliyê dadgeha Fransayê ve tê nasîn û bisabiqaye.”
Gerald Darmanin îdîa kir ku peywendiya vî kujerî bi ti aliyên siyasî re nîne.
Macron: Kurd bi êrişeke bi xayinî hatin armanckirin
Her wiha Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, li ser hesabê xwe yê Twitterê êriş şermezar kir û got: “Kurdên Fransayê, li nava dilê Parîsê bi erîşeke xayntî hatin armanckirin.”
KNK’ê li dijî komkujiya li Parîsê banga eşkerekirin bûyerê li Fransa kir
Konseya Rêvebir a KNK’ê jî têkildarî êrişê daxuyaniyek da û got:
“Dewleta Tirk, gefên xwe bi awayek eşkere li hemberî gelê Kurd pêk tîne.
Êrişa li Parîsê ya li hemberî gelê me bi plan û zihniyeta dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê pêk hatiye.
Kujer û êrişkar kî dibe, biryara êrişê li Enqereyê, ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye dayîn.
Di dawiyê de Konseya Rêveber a KNK’ê bang li hikûmeta Fransa kir ku demildest hêza li paş êrişê eşkere bike û ji bo ewlekariya hevwelatiyên Kurd tedbîran bigire.
CDK-F: Êriş piştî gefên Tirkiyeyê, pêk hat
Bi heman armancê CDK-F’ê jî têkildarî êrişê daxuyaniyek nivîskî weşand.
CDK-F di daxuyaniya xwe de ev êrîş şermezar kir û bang li her kesî kir ku ji bo protestokirina vê êrîşê tevlî nobeta şevê ya ku wê li navenda wan bê lidarxistin bibin.
TEV-DEM’ê: Hikûmeta Fransa berpirsa kom
KUJIYA PARÎSÊ YEHer wiha TEV-DEM’ê jî daxuyaniyek da.
TEV-DEM’ê diyar kir ku hikumeta Fransa berpirsa vê komkujiuyê ye ji ber ku kujerên komkujiya sala 2013`an eşkere nekirin.
TEV-DEM`ê di dawiyê de got ku ew sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê wan yê li Kurdistanê û Ewropayê re û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.