Hêzên Asayîşê li Qamişlo komek sûcdarên xeternak girtin

Hêzên Asayîşê yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi operasyonekê li bajarê Qamişlo komek sûcdarên xeternak girtin.

Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan komek sucdar di maleke li bajarê Qamişlo de xwe veşartîbûn dîtin.

Di dema serdegirtinê de, sûcdar li hember dewriyeyê bi çekên kelaşnîkof û avêtina bombeyên destan li ber xwe dan.

Hêzên oparesyonê jî bersiva wan dan û bi wan re ketin pevçûnê.

Di encama pevçûnê de yek ji wan sûcdaran hat kuştin û 6 ji wan jî hatin girtin di nav de jinek hebû.

Her wiha di pevçûnê de 3 endamên Asayişê jî birîndar bûn.

Hêzên Operasyonê got ku 4 ji sucdaran reviyan û şopandina me li ser wan berdewam e.

Hêzên oparesyonê 3 kesên ku alîkariya sûcdaran dikirin ku nedihiştin em sûcdaran bigirin, jî hatin girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kesên sûcdar di dosyayên cînayetî yên curbicur wek, dizî, madeyên hişbir û şelandinê de hene.

Back to top button