Kongra Star kiryarên dewleta Îranê li dijî xwepêşandêran şermezar kir

Meclisa Kongra Star piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û kiryarên çewisandinê ya dewleta Îranê li dijî xwepêşandêran, şermezar kirin.

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Meclisê êrişên desthilata Îranê li dijî xwepêşandêran ku gihişt birîna biryarên darvekirinê bi komkujiyên li dijî mirovahiyê, bi nav kir.

Meclisa Kongra Star diyar kir ku sûcên rejîma Îranê li dijî serhildana aştiyane digihêjin asta sûcên şer û qirkirinê.

Her wiha Meclisê got: “Rejîma Îranê komkujiyên dîtir li dijî gelê Îranê û jinan pêk tîne ku biryara darvekirinê li dijî bijîşkan birîn ji ber ku birîndarên xwepêşandanan derman dikin.

Meclisê bang li gelê Îranê kir ku têkoşînê mezin bikin, daxwazên xwe yên rewa di azadî û rûmetê de berdewam bikin.

Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî, rêxistinên têkoşîna li dijî êşkenceyê kir ku erkên xwe bi cîh bînin.

Back to top button