Piştî xebatên bênavber ên 7 mehan îro li Minbicê Stada 4`ê Nîsanê bi dirûşma “Ciwan fedaî rêber Apo ne” hate vekirin.
Komîteya Ciwan û Werzîşê di 30`yê Nîsanê de dest bi amadekirina zemîna stadê kir.
Îro piştî xebatên 9 mehan, komîteyê bi beşdariya gelek endamên saziyên Rêveberiya Xweser stad vekir.
Li stadê hevseroka Komîteya Werzîş û Ciwanan a Minbicê Hecî Mistefa axivî û spasiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîteyên wê û saziyên wê kir.
Her wiha tîmên Cizîr û Îtîhad hatin xelat kirin.
Di dawiya çalakiyê de, maçek di navbera tîmên Cizîr û Îtîhad pêk hat.