LI EFRÎNÊ LEŞKEREK Û 2 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê, leşkerekî dewletaTirk û 2 çeteyên ku qaşo bi navê Polîsên Leşkerî, hatin kuştin. 

 

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji gundê Basûtê ragihan ku êrîş li dijî “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî çeteyên Artêşa Wetenî ya dewleta Tirk pêk hat.

Çavkanî diyar kir ku êrîşek bi rêya bombeyekê û piştre jî êrîşeke bi çekan pêk hat.

Di encamê de, leşkerekî Tirk û 2 çete hatine kuştin.

Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Leave a Reply

Back to top button