MEZLÛM EBDÎ: EMERÎKA DIKARE LI HEMBERÎ GEFÊN DEWLETA TIRK RAWESTE

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku Amerîka dikare rolekê di sekinandina gefên dewlata Tirk de bilîze. 

 

Mezlûm Ebdî diyar kir ku, ew bawer in ku Amerîka hêzeke xurt e û dikare bandorê li Tirkiyê bike û gefên wê ji ser me dagerîne.

Di hevpeyvînekê li gel Dengê Emerîka Fermandrê Giştî yê QSD’ê, da zanîn ku, Amerîka û Tirkiye hevkarên hev yên NATOyê ne, lê di heman demê de, QSD’ê û Amerîka hevkarên hev ên li dijî DAIŞê ne.

Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku Amerîka wan herdu aliyan baş nas dike û ew tenê dikare rê li ber şer bigire û hemû aliyan bîne gel hev.

Berî demekê jî Mezlûm Ebdî ji bo avakirina herêma Ewle gotibû, şertê wan ê avakirina herêmê, tenê 5 KM be û dewleta Tirk cihê xwe di nav de negire..

Leave a Reply

Back to top button