MARK ESPER: EM RÊ NADIN DEWLETA TIRK KU DERBASÎ BAKURÊ SÛRIYÊ BIBE

Emerîka û Tirkiyê, ev du roj in di nava nîqaşan de ne..Bê guman mijara herêma ewle ya Tirkiyê behsa wê dike, li ser maseyê ye. Wezîrê parastinê yê Amerîka Mark Esper ragihand ku Emerîka rê nade ku dewleta tirk derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bibe. 

 

Wezîrê parastinê yê Emerîkî Mark Esper ragihand ku ti operasyoneke leşkerî Tirkî li bakurê Sûriyê qebûl nakin, û wê Emeîka ti hewildaneke Tirkî yek alî li herêmê rawestîne.

Esper diyar kir ku wê tişta Emrîka bike we e ku berjewendiyên xwe yên hevpar bi dewleta Tirk û hêzên QSD’ê re biparêze û hêvî tê kirin ku bi Tirkiyê re bigihêjin li hevkirinekê.

Her wiha Wezîrê parastinê yê Emerîkî Mark Esper got ku ger operasyoneke Tirkî li bakurê Sûriyê çêbibe wê ev tişt sûdê bide çeteyên DAIŞ’ê ku xwe ji nû ve zindî bike.

Beriya du rojan jî, piştî gefên Erdogan ên pêkanaîna êrîşê li ser herêmê, wezareta karê derve ya Emerîka, Tirkiyê hişyar kir ku, pîvanên bi vî awayî nayê qebûlkirin, bi taybetî ku dibe hêzên wan li nêzî devera êrîşê bin..

 

Leave a Reply

Back to top button