HPG: LI XAKURK Û COLEMÊRGÊ GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Çelê û Xakurkê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker gelek çalakî pêkanîn.
Di van çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Xakur û Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

3’yê Tebaxê li Colemêrgê, li Girê Serzer ê Çelê gerîla çalakiyek li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker pêk anîn.

Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hatin xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelal kirin.

5’ê Tebaxê gerîla li dijî Girê Şehîd Derwêş, a Xakurkê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hatin xistin û di vê çalakiyê de jî hijmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelal kirin.

6’ê Tebaxê gerîlayên YJA Starê li tengava Ermûşê li dijî leşlerên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li darxistin.
Di encam çalakiyê de leşkerek dijmin hate kuştin.

 

Leave a Reply

Back to top button