
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro piştî topbaranê, êrîşî navçeya Şera ya Efrînê kir, lê di encamê bersvdayîna Hzêzên Rizgariya Efrînê de, êrîş têk çû û herî kêm 7 çete hatin kuştin.
Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro bi dehên topa avêtin gundên navçeya Şera yê Efrînê.
Piştî avêtina topan çeteyên dewleta Tirk êrîşî gundên Maranezê, Şêwerxa û Malikiyê yên navçeya Şera kirin.
Nûçegihanê me diyar kir ku êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê ve hatin şikandin.
Di encamê de herî kêm 7 çeteyên Cebhet El-Şerqiya û Asîfet El-Şemal hatin kuştin.
Beriya çend rojan jî artêşa Tirk a dagirker gundên Birc Qas, Gundê Mezin û Kalûteh li navçeya Şêrewa topbaran kirin.
Di encam de sivîlê bi navê Munzir jiyana xwe ji dest da û û sê sivîlên din birîndar bûb.