
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê ragihand ku li Hesekê û navçeya Şedadê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon pêk hatiye û tê de 3 çete hatin girtin û miqdareke çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî dan:
Di 4’ê vê mehê de di navbera bajarên Şedad û Hesekê de li hember şaneyên veşartî operasyoneke berfireh pêk hat.
Di encama operasyonê de 3 çete hatin girtin, her wiha amûrên ku ji bo êrîş û teqandinê yên ku tên bikaranîn hatin girtin.