ÇETEYÊN LI EFRÎNÊ KESÊN ASTENGDAR JÎ DIREVÎNIN Û ÊŞKENCE DIKIN

Çeteyên dewleta Tirk binpêkirinên xwe der heqê şêniyên Efrînê de didomînin.
Çeteyên artêşa dewleta Tirk beriya du rojan şêniyek astengdar li Efrînê revand û bi awayekî hovane ew êşkence kir.

Li gorî ajansa Hawarê çeteyên girêdayî dewleta Tirk şêniyê bi navê Munîr Rifat Hemo bi awayekî hovane êşkence kir, di encamê de lingê wî şkest.

Munîr Rifat Hemo 45 salî ye û ji gundê Elkê yê navçeya Şera ye û tevî ku çete dizanin ku kesekî astengdar e wî êşkence kir.

Her wiha Munîr beriya du rojan hatibû revandin û piştî serebets hate berdan, malbata wî ji bo dermankirinê wî bir nexweşxaneyeke Tirkiyê.

 

Leave a Reply

Back to top button